Ofîsa ENKS li Amûdê hat şewitandin

.

Ofîsa ENKS li Amûdê ji aliya çend kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin. Di encamê de alayên Kurdistanê jî hatin şewitandin. Êrişê duh êvarî rû daye.

Ji ber ku çi kes li ofîsê nebûn zererên canî çênebûn lêbelê zererên madî hene.

Serokê ofîsa xwecihî ya ENKS li Amûdê Mihemed Şêxmûs ji Kurdistan24 re got, "Em nikarin çi kesan tometbar bikin ji ber ku me bi çavê xwe nedît ka kê şewitandiye. Lê li vir desthelatek heye, rêveberiya xweser heye û berpirsyarî ya wan e. Divê ew bizanin, heger nezanin ev kêmasiya derheqê wan de ye."

Mihemed Şexmûs destnîşan dike ku di van rojên dawî de ev êrişa duyemîn e li ser ofîsên ENKS û ji rêveberiya xweser kesekê serdana wan nekiriye û dest bi lêkolînan jî nekirine.

Mihemed Şexmûs dibêje, "Di van rojên dawî de ev êrişa duyemîn e li ser ofîsên ENKS. Lê ji rêveberiya xweser kesekê serdana wan nekiriye û dest bi lêkolînan jî nekirine. Ev (lêkolîn) erkê wan e, lê çavên xwe li meseleyê digirin". 

Mihemed Şexmûs got, "Ev (lêkolîn) erkê wan e, lê çavên xwe li meseleyê digirin".

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?