Odeya Pizîşkên Amedê: 200 kes bi koronayê ketine

Odeya Pizîşkên Amedê ya bakurê Kurdistanê di duyem raporta xwe ya teybet bi Koronayê de ragihandîye, ku 200 tûşbû li parêzgeha Amedê hatine tomarkirin .

Navenda Nûçeyan - Li gor raporta Odeya Pizîşkên Amedê heya niha 200 kes li parêzgeha wan tûşî vîrusa Koronayê bûne û her wiha zêdetirî  300 kes jî hatine kerentînekirin.

Raportê bal kişandîye ser wê yekê ku du tûşbûyên Koronayê karmendên tendirûstîyê ne.

Di derbarê  pişknînên vîrusa koronayê Odeya Pizîşkên Amedê behsa kemtir xemîyan dike û dibêje, li gor hejmara niştecihên wê parêzgehê pişknînên hatine kirin gelek kêm in û pêwîst e hejmara pişkînan li gor niştecihan be .

Herwiha di wê raportê de hatîye gotin, ku piştî belavbûna vîrusa koronayê, nexweşxaneyên taybet pizîşk û karmendên xwe şandine malê û her wiha mûçeyê hinek pizîşk û karmendan hatîye kêmkirin heya ku neçarbin dest ji karê xwe ber den

Li gor Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê , di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de 76 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara qurbanîyên koronayê li Tirkîyê bo 725 kesan bilind bûye.

Siyaset Haberleri

TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin