Medreseya Sor careke din tê restorekirin

Medreseya Sor careke din tê restorekirin

Medreseya Sor a dîrokî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, restorasyona wê dubare tê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Medreseya Sor ku berî niha hatibû restorekirin, lê paşê beşek ji dîwar û serbanê wê hilweşa, carke din tê restorekirin.

Di çarçoveya restorasyonê de ji bo nixamdina serbanê medresyê, bi makineyên kar hesin hatin danîn. Li gorî agahîyan serbanê medreseyê dê 2 salan girtî bimîne.

Di sala 2008an de di çarçoveya “Projeya Bawerîyê ya Cizîrê” de ji alîyê Serokatîya Îdareya Geşepêdana Herêma GAPê ve û bi piştevanîya Yekîtîya Ewropayşê medrese, hatibû restorekirin.

Her çend bi budçeyeke mezin restorasyona Medreseyê hatibû kirin, lê piştî demeke kurt beşek ji dîwarên hilweşîya bû.

Medreseya Sor

Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e. Medreseya Sor ji alîyê Emîr Şerefê Duyem ve di sedsala15emîn de dema Mîrtîya Cizîrê hatîye çêkirin.

Avahîya Medreseya Sor bi mîmarîya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekirîye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor, li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatîye avakirin. Ji ber  bi toxlayên sor hatîye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatîye gotin.

Tirbeya Melayê Cizîrî li alîyê rojhilat yê mizgeftê ye. Medreseya sor dema Mîrtîya Cizîrê û Mîrtîya Şerefxan weke navenda ilm, çand û hunere hatîye bikaranîn.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin