NY li ser gorên bikomî yên Kurdên Êzdî lêkolînê dike

Tîmeke Netewên Yekgirtî bi armanca lêkolînê di tawanên DAIŞê de, 12 gorên bikomî yên Kurdên Êzidî li Şingalê vedike.

Tîmeke Netewên Yekgirtî bi armanca lêkolînê di tawanên DAIŞê de, 12 gorên bikomî yên Kurdên Êzidî li Şingalê vedike.

Ajansa “France Press” raporteke Netewên Yekgirtî ketiye destê we û tê de behsa vekirina 12 gorên bikomî yên Kurdên Êzidî li derdora Şingalê dike, armanc jê lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de ye.

Piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî razemendî li ser lêkolînên di tawanên DAIŞê de di sala 2017an de derbirî, niha tîmeke Netewên Yekgirtî bi serokatiya parêzer Kerîm Esed Kerîmxan mijûlî lêkolînê ye.

Lêkolîn li ser 3 beşan hatine dabeşkirin, komkujiya Êzidiyan di sala 2014an de, tawanên li Mûsilê di navbera 2014 û 2016an de hatine kirin û komkujiyên leşkerên Iraqê li Tekrîtê di Hezîrana 2014an de.

Tîma ser bi Netewên Yekgirtî ve yekem gora bikomî ya ji aliyê DAIŞê ve hatiye hatiye encamdan, di Cotmeha 2018an de li gundê Koco yê Şingalê vekiribû.

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in