NY: Divê Tirkiye kiryarên çekdaran li Efrîn û Serêkaniyê rawestîne

Komîteyeke ser bi Netewên Yekgirtî ve radigihîne, divê Tirkiye binpêkirinên çekdarên ku piştevaniya wan dike, li Efrîn û Serêkaniyê rawestîne.

Komîteya Lêkolînkirina di Tawanên Şer de ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, duhî 15ê Îlonê di raporekê de ragihand, girtina welatiyan ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûrî (a opozîsyonê) ve û veguhastina bo Tirkiyê ji bo dadgehkirina wan, dibe ku bigihîne asta tawanên şer. Ew dikeve bin benda koçkirina ne yasayî. 

Serokê Komîteyê Paulo Pinheiro jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Tirkiye piştevaniya wê dike, dibe ku tawanên şer li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên derdora kiribin. Kesên revandî jî li ser destê wan çekdaran rastî eşkencedana hovane û destdirêjiyê tên.

Pinheiro got: Divê Tirkiye rêgiriyê li van binpêkirina bike û sivîlan li navçeyên di bin kontrola wê de biparêze.”

Efrîn ji meha Adara 2018an û Girê Sipî û Serêkaniyê jî ji meha Mijdara 2019an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin.

Li gor çalakvanan û rêxistinên mafên mirovan, welatiyên sivîl li wan herêmên rojabayê Kurdistanê rastî kuştin, revandin û eşkencedanê tên. Herwiha grûpên çekdaran bi awayekî sîstematîk demgrafiya wan herêman diguhêrin û ereban li şûna kurdan bi cih dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê