Nûnerên Amerîkayê bo danûstandinên Kurdî-Kurdî gihîştin Rojavayê Kurdistanê

.

Nûnerên Amerîkayê bo danûstandinên Kurdî-Kurdî, gihîştin Rojavayê Kurdistanê û di demeke nêzîk de wê civîn bên lidarxistin..

Li gor her du endamên ENKS û PYNK Fesla Yûsif û Salih Gedo ji Radyoya Rudawê re di derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên têkildarî wan danûstandinan axivîn û dan zanîn, nûnerên Amerîkî gihîştine Rojavayê Kurdistanê û di demeke nêzîk de danûstandinên navbera ENKS û PYNKê destpê dikin.

Her du endamên şandên danûstandkar tekez kirin, ku nûçeyên derbarê rawestandina danûstandinan de ne rastin û tenê ji ber amadenebûna aliyan, ew danûstandin bi awayekê demkî hatibûn paşxistin. Herwiha her du aliyan daxwaz kirin, daxuyaniyên ku ziyanê digihînin van danûstandinan neyên dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ENKS û PYNKê, heta niha du qonaxên danûstandinan bi dawî kirine û gihîştine rêkeftinê, lê qonaxa sêyem a danûstandinan hêj maye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?