Nûnerê MSDê: Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê bi fermana Enqereyê ne

.

Nûnerê MSD’ê li Almanyayê Rizgar Qasim, derbarê aloziyên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dorpêça li ser van taxan de destnîşan kir, ev êrîş ne rasthatin e û armanc jê têkbirina hewildanên çareseriya siyasî ye.

Rizgar Qasim ji K24ê re bal kişand ser dîroka dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê û got: "Dorpêçkirina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne tiştekî nû ye. Berê rejîma Beisê ev polîtîka dimeşand, îro jî hikûmeta nû heman siyasetê dimeşîne."

Da zanîn jî: "Komên çekdar ên wekî Sultan Murad, Hemzat û Emşat ku êrîşî ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin, ew bi nav ser bi 'artêşa Sûriyeyê' ve ne, lê fermanên xwe ji aliyê Tirkiyeyê werdigirin"

Qasim bi tundî rexne li destêwerdana Tirkiyeyê girt û diyar kir ku ev komên çekdar rasterast bi fermanên ji Enqereyê tevdigerin. 

Herwiha Qasim got: "Tirkiye naxwaze ti rêkeftin di navbera aliyên Sûrî de pêk bê. Armanca sereke ya van êrîşan ew e ku 'Peymana 10’ê Adarê' ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê asteng bikin. Tirkiye her tim li dijî nêzîkbûna Rêveberiya Xweser û aliyên din ên Sûrî derdikeve."

Derbarê îdîayên li ser peywendiyên Kurdan û Îsraîlê de, Qasim got ku Tirkiye vê mijarê wekî "bahaneyekê" bikar tîne, da ku raya giştî bixapîne. 

Qasim tekez kir jî, polîtîkaya wan li ser bingeha "Biratiya Gelan" û parastina mafên hemû pêkhateyan e û got: "Em wekî Kurd li dijî ti gelekî nînin; çi Cihû bin, çi Ereb bin, em li ser bingehê demokrasiyê bi hemûyan re dixwazin di nava aştiyê de bijîn."

Nûnerê MSDê her wiha bal kişand ser siyaseta Amerîkayê û rêveberiya Donald Trump û diyar kir ku divê hêzên navdewletî li dijî provokasyonên komên çekdar hişyar bin û piştgirî bidin diyaloga hundurîn a Sûriyeyê.

Qasim tekez kir, tevî hemû zext û êrîşan jî, ew ê ji bo çareseriyeke federal û demokratîk hewildanên xwe berdewam bikin.

K24

Siyaset Haberleri

AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin
Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir
Heta niha 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane warê xwe
Tirkiye ji gundê Çiyê yê Efrînê derket
Dogan Hatun dev ji erkê xwe berda