Nirxê petrolê li ser bilindbûnê berdewam dibe

Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 33,34 dolarî tê firotin.

Navenda Nûçeyan - Bermîla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.20î pê ve li gor duh ji sedî 1,52 zêde bû û nirxê wê gihîşt 33,34 dolarî.

Bermîla petrola brent duh bo 33,87 dolarî zêde bibû û dûv re di dawîya rojê de bo 32,84 ddaketibû.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 25,98 dolarî hat firotin.

Biryar e îro Pêncşemê di navbera endamên Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde Dikin (OPEC) û welatên endamê OPECê de bi rêya vîdeo konfernasê civîn were sazkirin. Niha bazara navnetewî jî bala xwe daye ser encama wê civînê.

Tê pêşbînîkirin ku biryar li ser kêmkirina derxistina petrolê bê dayîn ew jî di rojê de derxistina petrolê 10 an 15 milyon bermîlan kêm bikin, ji ber vê hêvîyê jî biha zêde dibe.

Li gor nûçeya TASSê ya ajansa nûçeyan a Rûsî, rayedarekî Wezareta Enerjîya Rûsyayê dîyar kir ku rayêdarên wî welatî qebûl dike ku di çarçoveya peymana were pêkanîn de rojane 1,6 milyon bermîl petrolê kêm derxe.

Siyaset Haberleri

Kurdên li Hisîçayê rakirina zimanê Kurdî qebûl nakin: Tabeleya nû hat avêtin
Ecac li hinek sûcên xwe mikur tê
Medyakar Ammar Necmedîn çîrokên trajîk ên nav zindana Nugra Selmanê vedibêje
PDK û Çarçoveya Hevahengiyê li ser 'Bingehê Destûrê' li hev kir
Kobanî li dijî Erebkirinê rabû ser piyan: Ev der ne Eyn Ereb e!