Nexweşxaneya penceşêrê ya 160 nivînan li Dihokê hate vekirin

.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, nexweşxaneya çareseriya penceşêrê û navenda şûştina gurçikan li parêzgeha Dihokê vekir. Dr. Berzincî ragihand ku bi vekirina vê nexweşxaneya nû û pêşketî re, êdî nexweşên penceşêrê yên li Dihokê ji bo neştergeriyê neçar namînin ku demeke dirêj li bendê bimînin an nobedê bigirin.

Dr. Saman Berzincî îro 13ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de  got: “Îro me projeyeke gelek girîng li Dihokê vekir. Wekî ku me di salên borî de soz dabû, em girîngiyeke mezin didin nexweşên penceşêrê û baştirkirina xizmetguzariyên ji bo wan.”

Herwiha da zanîn: “Nexweşxaneya 'Umêd' ji bo çareseriya penceşêrê û navenda şûştina gurçikan bi temamî hatiye nûjenkirin û guhertinên bingehîn tê de hatine kirin, da ku bibe nexweşxaneyeke taybet û pispor ji bo çareseriya penceşêrê li bajarê Dihokê.”

Da zanîn jî, “Li nexweşxane hemû pêdiviyên sereke yên wekî 'çareserî, destnîşankirin, taqîgehên pêşketî, beşa tîrêjê, odeyên neştergeriyê yên modern, çavdêriya hûr (ICU) û gelek beşên din ên cuda û dermanxaneyekê' tê de hene.”

Dr. Saman amaje bi wê yekê kir, ev proje hevdem e ligel çend projeyên din ên girîng ên di warê penceşêrê de li Dihokê, ku tê payîn heta dawiya îsal hemû temam bibin. Herwiha got: “Yek ji projeyên herî girîng, çareseriya penceşêrê bi tîrêjê ye ku jê re dibêjin (lêzer). Sala borî birêz Serokwezîr kevirê bingehîn ê vê projeyê danî û niha peykerê projeyê temam bûye û di qonaxa dawî ya amadekirinê de ye.”

Derbarê projeyên din de jî ev agahî dan: “Projeyên din jî nexweşxaneya çareseriya penceşêrya zarokan (Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan), herwiha nexweşxaneya çandina moxê hestî ne ku avakirina wê niha temam bûye û di demek nêzîk de dê her çar proje bi hemû pêdiviyên pêwîst ji bo çareseriya penceşêrê bên dabînkirin.”

Wezîrê Tendirustiyê destnîşan kir: “Di salên borî de, tenê çend beş û çend text li Nexweşxaneya Azadî ji bo çareserkirina nexweşên penceşêrê hebûn. Lê niha li Dihokê nexweşxaneyeke me ya serbixwe û pispor bi kapasîteya 160 textan û şeş odeyên neştergeriyê yên bi teknolojiya herî nû heye. Ji niha û pê ve, em dikarin bibêjin ku ti nexweşekî penceşêrê li Dihokê ji bo çareseriyê dê li benda nobedê nemîne.”

Di dawiyê de, Dr. Saman behsa wê yekê kir ku rêjeya nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehên din ên Iraqê kêmtir e, û got: “Li Herêma Kurdistanê bi yasa Fona Komekê ji bo Nexweşên Penceşêrê heye ku ev fon di warê destnîşankirina zû û dabînkirina çareseriyê de roleke girîng dilîze û piştgiriyê dide têkoşîna li dijî penceşêrê.”

Siyaset Haberleri

Sekreterê PDK-Sê pêşwazî li biryara PKKê ya xwehelweşandin û çekdanînê dike
Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin