Serokê Komeleya Pîşesazî û Karsazan a Navneteweyî (USIAD) Nevaf Kiliç ragihand ku bi hevkariya şîrketên xwecihî li Herêma Kurdistanê fabrîqeyan ava bikin û pîşesaziyê bi pêş bixin.
Ji bo xurtkirina pêwendiyên aborî yên di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê li Hewlêra paytext Lûtkeya B2B (Hevdîtinên Dualî yên Kar) hat lidarxistin.
Di lûtkeyê de derfetên veberhênanê yên dualî hatin nirxandin.
Çalakiya ku ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê ve jî hatibû ragihandin, li Otela Ramada By Wyndham a li Hewlêrê hat lidarxistin.
Endamên Encumena Cîbicîkar a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Şîrîn Yehya Xelîl û Kamran Mihemed Salih jî beşdarî lûtkeyê bûn.
Serokê USIADê Nevaf Kiliç li ser lûtkeyê ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re axivî.
Kiliç bal kişand ser du pirsgirêkên serekî yên ku li pêşiya bazirganiya li Îraq û Herêma Kurdistanê.
"Bazara me ya herî mezin Herêma Kurdistanê ye"
Nevaf Kiliç diyar kir ku ji ber dîn, kultur, ziman û cografyaya hevbeş bazirganiya wan a herî mezin li gel Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê, ew Îraq û Herêma Kurdistanê wekî 2 bazarên gelekî girîng dibînin.
Serokê USIADê tekez kir ku ew dixwazin ku şîrketên wan ên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li bazar Îraq û Herêma Kurdistanê zêdetir cih bigirin.
"Hedefa me ne tenê firotin e"
Kiliç amaje bi planên xwe yên paşerojê kir û anî ziman ku armanca wan ne tenê firotina kelûpelan e.
Wî got, “Em dixwazin bi şirîkên xwe yên Herêma Kurdistanê re li vir fabrîqeyan ava bikin û pîşesaziya Herêma Kurdistanê jî bi pêş bixin.”
Nevaf Kiliç da zanîn ku di çarçoveya vê projeyê de ew dê li Hewlêrê navendeke bazirganiyê vekin ku tê de 200 şîrketên ji Tirkiyeyê cih bigirin.
Serokê USIADê got,“Me 15 şîrket anîne vir û em wan vedixwînin navenda xwe ya bazirganiyê.”
Kiliç eşkere kir ku ev şîrketên ku serdana Hewlêrê kirine di warên wekî cil û berg, paqijî, xwarin,tenduristî û malzemeyên înşaetê de dixebitin.
"2 gumrik û derengketina pereyan pirsgirêkên serekî ne"
Serokê USIADê bal kişand ser du pirsgirêkên mezin ên ku li pêşiya karê wan asteng in û wiha domand:
“Pirsgirêka me ya mezin ew e ku em li Îraqê 2 caran gumrikê didin; carekê li Îbrahîm Xelîl û careke din jî dema em ji Mûsilê derbas dibin em gumrikê didin.
Di nav dewletekê de 2 gumrik çênabin, ev tiştekî xelet e.”
Li gorî gotina Kiliç pirsgirêka duyemîn a mezin jî transfera pereyan e.
Kiliç anî zimên ku pereyên kelûpelên ku ew difiroşin, di bankayan de dereng li wan vedigerin û got,
“Li dinyayê di nav 5 rojan an hefteyekê de pere li me vedigere lê li vir carinan mehek an 2 mehan dewam dike. Ev her 2 pirsgirêkên mezin in.”