Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dike

Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dike

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê ku bi navê UNAMI tê nasîn, pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser mijara Şingalê dike.

Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir: “Em pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê dikin. Ev destpêka pêngaveke girîng e ber bi arasteyekî rast.”

Plasschaert eşkere kir: “Em hêvîdar in ku ev rêkeftin rê li ber siberojeke baştir veke.”

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir: “Di sala 2014an de DAIŞê tawana herî dirindane li hember Êzidiyan encam da û Şingal rûbirûyî janeke mezin bû. Piştî têkbirina DAIŞê jî, ji ber tinebûna xizmetguzarî û neseqamgîriya rewşa ewlehiyê û tinebûna îdareyeke yekgirtî, qurbanî û rizgarbûyiyên destê DAIŞê nekarîn vegerin cih û warên xwe.”

Herwiha di daxuyaniyê de Jeanine Hennis-Plasschaert amadebûna Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkarîkirina her pêngavekê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û avakirin û aramkirinê, nîşan da.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku bi amadebûna Neteweyên Yekbûyî û nûnerên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rêkeftineke baş hat kirin ji bo asayîkirina rewşa ewlehî, serbazî û îdareya Şingalê.

Rêber Ehmed herwiha diyar kir; armanca me her du aliyan ew e ku rewş were asayîkirin û aware vegerin cih û warê xwe.

Vê êvarê, Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Ehmed Mela Telal jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li ser mijara Şingalê li hev kirin.

Ehmed Mela Telal eşkere kir ku rêkeftineke dîrokî li ser mijara Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de hat kirin.

Telal destnîşan kir ku ev rêkeftin dawî li desthilata grûpên nexwestî yên li deverê tîne û ji bo cardin avakirina Şingalê û vegera xelkê wê, rê vedike.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)