Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin

.

 Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), piştî nêzîkî salekê ji rûxîna desthilata Beşar Esed, raporeke rexneyî li ser rewşa Sûriyeyê belav kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dilgiraniya xwe ya kûr li ser kuştina "bi sedan" kesan, binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan û armanckirina pêkhateyên wekî Elewî, Durzî û Xiristiyanan tîne ziman.

Berdevkê Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Thameen Kheetan, doh li Cenevreyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku her çi qas hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gavên erênî avêtibin jî, rewşa mafên mirovan hîn jî cihê dilgiraniyê ye.

"Gav tenê destpêk in"

Berdevkê Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan amaje bi hinek gavên erênî yên hikûmeta Sûriyeyê kir û got:

"Desthilatdarên demkî komîsyoneke niştimanî ji bo dadperweriya demkî û kesên winda ava kiriye.

Her wiha desteyeke lêkolînê li ser tundiya li herêmên beravê û Siwêdayê pêk anîne û pêşnûmeya yasaya dadweriya demkî ragihandiye."

Thameen Kheetan her wiha got, "Her çi qas desthilatên demkî gavên teşwîqker ji bo çareserkirina binpêkirinên borî avêtine, ev gav tenê destpêk in ji bo wan karên ku divê werin kirin."

Binpêkirinên berdewam û kuştina bi sedan kesan

Tevî gavên erênî, rapora Neteweyên Yekbûyî wêneyekî tarî yê rewşê nîşan dide.

Thameen Kheetan wiha axivî:

"Em berdewam in li ser dîtina nûçeyên derbarê kuştina bikom, kuştina bêserûber û revandinê ku bi awayekî serekî endamên hinek civakên diyarkirî û wan kesên ku têkiliya wan bi hikûmeta berê re hebûye yan jî tên tohmetbarkirin, dikin armanc.

Piştî rûxîna rejîma berê bi sedan kes hatine kuştin, di nav wan de yên bi çek, kêr û beran hatine kuştin hene, her wiha bi bombebaran û bombeyên destan jî hene.

Ev kuştin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên desthilata demkî, komên nêzîkî wê, aliyên pêwendîdar bi hikûmeta berê, komên çekdar ên xwecihî û çekdarên nenas ve hatine kirin."

Armanckirina kêmîne û pêkhateyan

Neteweyên Yekbûyî hişyariyeke tund derbarê armanckirina sîstematîk a pêkhateyên olî û neteweyî da û Kheetan wiha pê de çû:

"Di gelek ji van rewşan de, tundî bi awayekî serekî bandor li hinek civakên diyarkirî kiriye, di nav wan de Elewî, Durzî, Xiristiyan û Bedewî.

Ev rewş ji ber zêdebûna gotara kîn û nefretê xerabtir bûye, çi li ser înternetê be û çi jî li kolanan be."

Operasyonên Îsraîlê û tevlîkirina komên çekdar

Berdevkê OHCHRyê amaje bi wê yekê jî da ku par Sûriye bûye şahidê "operasyonên leşkerî yên berdewam ên Îsraîlê" û got:

"Di nav de derbasbûn û dagirkirina axa zêdetir hene. Rapor gihîştine me derbarê qurbaniyên sivîl û desteserkirin û lêgerîna malan."

NYyê di heman demê de rexne li pêvajoya tevlîkirina komên çekdar ên berê ya nav hêzên ewlehiyê yên nû girt.

Kheetan ev pêvajo wekî "lezgîn û bê hûrbîniya pêwîst li ser bingeha mafên mirovan" wesif kir û hişyarî da ku metirsiya wê yekê heye bikerên binpêkirinên mezin biçin nav refên hêzên ewlehiyê.

Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan xwest ku "hemû binpêkirinên borî û niha bi awayekî serbixwe, hûr û zelal lêkolîn li ser wan bê kirin û yên berpirs bên darizandin."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike
Milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de rol hebûne
Mensûr li ser biryarnameya Şer got: ‘Sedam Hisên û Beşar Esed jî nêzîkatiyeke wiha nîşan dabû’