Netanyahu: Em dê biryarê bidin ka kîjan hêz dê li Xezeyê bi cih bibin

.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê biryarê bidin ka hêzên navneteweyî yên ku dê li Xezeyê bên bicihkirin ji kîjan welatan pêk bên.

Netanyahu her wiha diyar kir ku birêvebiriya Amerîkayê jî dê vê yekê qebûl bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civîna heftane ya kabîneyê, derbarê bicihkirina hêzên navneteweyî yên li Xezeyê di çarçoveya plana agirbestê ya ku 10ê Çiriya Pêşîn ketibû meriyetê de daxuyanî da.

Netanyahu got, "Me bi awayekî eşkere diyar kir ku Îsraîl dê biryarê bide ka kîjan welat ji bo hêzên navneteweyî (yên ku dê li Xezeyê bên bicihkirin) ji bo me nayên qebûlkirin û em dê li gorî vê yekê tevbigerin û em dê berdewam bikin."

Netanyahu diyar kir ku helwesta Îsraîlê ya derbarê hêzên navneteweyî yên ku dê li Xezeyê bên bicihkirin dê ji aliyê Amerîkayê ve jî bê qebûlkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha da zanîn ku di serdanên dawî yên rayedarên payebilind ên Washingtonê yên ji bo Tel Evîvê de jî ev yek hatiye gotin.

Netanyahu gotinên ku dibêjin Washington Îsraîlê bi rê ve dibe piştî nûçeyên ku Amerîka agirbesta li Xezeyê "ferz kiriye" û rasterast li dijî pêşnûmaya îlheqkirina Şerîeya Rojava derketiye wekî "pêkenok" bi nav kir û wiha li pey çû:

"Îsraîl dewleteke serbixwe ye. Em dê xwe bi serê xwe biparêzin û em dê berdewam bin li ser diyarkirina çarenivîsa xwe."

Peymana agirbest û pevguherîna dîlan

Serokê Amerîkayê Donald Trump 9ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di dan û standinên li Misirê de qonaxa yekem a plana agirbestê ya li Xezeyê pejirandiye.

Peyman li Misirê hatibû îmzekirin û bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê 10ê Çiriya Pêşîn ketibû meriyetê.

Hatibû ragihandin ku piştî vekişîna artêşa Îsraîlê ya "xeta zer" a ku di peymanê de hatibû diyarkirin, agirbest di heman rojê de saet 12:00an li Şerîda Xezeyê ketiye meriyetê.

Siyaset Haberleri

Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Fermandarekî HPGyê: Em dixwazin pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bibe
Mehmet Uçum: Zimanê serwerî û yekîtiya Tirkiyeyê Tirkî ye
‘Kulîlkên Azadiyê’ li Amedê dar çandin
Baroya Colemêrgê ji bo parastina Denîz Undav rabû ser pêyan