Nêçîrvan Barzanî: “Zanîngeha Kurdistanê di her warî de derîyê xizmetê vekiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê nîşan di gelek waran de derîyê xizmetê vekirîye û herwiha dîyar kir ku alîkarîyên wan ên ji bo hemû zanîngehên li Kurdistanê dê berdewam bikin.

Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê nîşan di gelek waran de derîyê xizmetê vekirîye û herwiha dîyar kir ku alîkarîyên wan ên ji bo hemû zanîngehên li Kurdistanê dê berdewam bikin.

 

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, derçûyên salên derbasbûyî yên Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêr, di helkeftekê de li hev civîyan.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û damezirênerê Zaningeha Kurdistan-Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî wê dîdarê bû û gotarek pêşkêş kir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand ku Zanîngeha Kurdistanê nîşan daye ka derçûyên wê çiqas pêşketî û têr û tijî ne û ragihand, “Zanîngeha Kurdistanê di her warî de derîyê xizmetê vekiriye.”

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku serkeftina ciwanan dê pêşengîya nifşên nû bike û dîyar jî kir ku mirovayetî bi xebata li gel hev bi pêş ketîye û Zanîngeha kurdistanê jî ev yek îspat kirîye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê di dewama  axaftina xwe de tekezî li ser wê yekî kir ku piştevanî û alîkarîyên wan ên ji bo hemû zanîngehên li Kurdistanê dê berdewam bike.

 

Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê, sala 2006an de ji alîyê Serokwezîrê wê demê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû damezirandin.

 

Armanca Nêçîrvan Barzanî ji avakirina wê zanîngehê ew bûye ku sazîyeke perwerdeyî ava bike ku bikare di pêşxistina Herêma Kurdistanê de rol hebe.

 

Ji destpêka damezirandina zanîngehê ve hezar sed xwendekaran li beşên cuda yên zanîngehê xwendina xwe qetandine.

 

Ji sedî 80ê yê derçûyan di sektora taybet, ji sedî 16 di dam û dezgehên hikûmî de kar dikin. Ji sedî 4ê derçûyan jî xwendina xwe ya bilind birêve dibin.

 

Zimanê xwendinê yê Zaningeha Kurdistanê bi Îngîlîzî ye. Zaningeha Kurdistanê beşên zanist û endezyarî, zanista civakî, kargêrîya kar, pîzîşkî, peywendîyên navdewletî û herwiha beşên ji bo master û doktorayê li xwe digire.

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in