Neçîrvan Barzanî û Seroka Şaredariya Parîsê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Ann Hidalgo îro bi hev re hevdîtin pêk anîn

Nêçîrvan Barzanî û Ann Hidalgo îro bi hev re hevdîtin pêk anîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Fransayê ye, îro Pêncşemî 11ê Tîrmeha 2019 bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re civiya.
 
Civîna navber Nêçîrvan Barzanî û Anne Hidalgo derdora saetekê dom kir.


Piştî civînê, Seroka Şaredariya Parîsê Ann Hidalgo diyarî pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
 
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana wî welatî kiriye û duh li Koşka Elyseeyê ji aliyê Macron ve bi germî hat pêşwazîkirin.
 
Nêçîrvan Barzanî herwiha duh bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re jî hevdîtin pêk anîbû.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?