Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî beşdarî merasima roja serxwebûna Amerîka bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê nû yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma roja serxwebûna Amerîkayê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê nû yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma roja serxwebûna  Amerîkayê bûn.


Duhî  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd beşdarî merasîma roja serxwebûna Amerîkayê bûn.


Di merasimê de ku Sefîrê Amerîkayê yê Iraqê Matthew H. Tueller, konsûlê giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin û gelek berpirsên hikûmet û partiyan û kesayetên Kurdistanê amade bibûn, kêka ku wêneya alaya Amerîka li ser hatibû kişandin, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û sefîrê Amerîka ve hat birîn.


Roja 2ê Tîrmeha 1776, Kongreya Parzemînî ku ji nûnerên 13 eyaletên Amerîkayê pêk hatibû, ragihand ku 13 eyalet dibin welatekî yekgirtî. Ew biryar roja 4ê Tîrmeha heman salê hat pesendkirin û serxwebûna Amerîkayê li Brîtanyayê hat ragihandin.


Roja 4ê Tîrmehê li Amerîkayê bêhnvedana fermî ye û bi gemî tê pîrozkirin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?