Nêçîrvan Barzanî û Kazimî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê îro demjimêr 11:00 gihîşt Bexdayê û yekemîn civîna xwe li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî piştre li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm civiya û niha jî li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih di civînê de ye.

Civîneke din a Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê, li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron e, ku îro berî nîvro gihîşt Bexdayê û bi Serokomar Berhem Salih re civiya û piştre herdu aliyan konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?