Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek serxweşiyê bo şaire navdar E.E.Şewnem belav kir.

Peyama serxweşiya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya şaîrê dêrîn û edîbê pêşeng û perwerdekarê navdar Mamosta E.E. Şewnem gihîşt min.

Xwedê jêrazî wekî ronakbîr û kesayetiyeke niştimanperwer, hemû temenê xwe ji bo xizmeta kultûr û edeb û zimanê gelê xwe terxan kir û li gelek waran da cihê destên wî yên dahênerane û berhemên wî yên binirx û giranbiha bi cîh hişt.

Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyê li kesukar û dostên wî, her wiha li edîb û şaîrên Kurdistanê dikim, ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.10.2020

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?