Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsolê giştî yê Komara Gel a Çînê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek li gel konsolê giştî yê Komara Gel a Çînê li herêma Kurdistanê Ni Ruchi û şandeya li gel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsolê giştî yê Komara Gel a Çînê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek li gel konsolê giştî yê Komara Gel a Çînê li herêma Kurdistanê Ni Ruchi û şandeya li gel kir. Konsolê giştî yê Çînê û şandeya li gel pîrozbahî kirin û hêviya serkeftinê ji bo serokê herêma Kurdistanê xwast û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê anîn ziman û kurteyek derbarê çalakiyên xwe yên li herêmê jî pêşkeş kir.

Hevdîtina îro 30.07.2019ê serê sibehê li Hewlêrê pêkhat de, serokê herêma Kurdistanê amaje bi peyvendiyên herêma Kurdistanê û Çînê yên di warên aborî, bazirganî, pîşesazî, rewşenbîrî, çandî, perwerde, xwandina bilind û pêşde birina wan kir û vê derbarê de amadebûna herêma Kurdistanê bo hemû alîkariyek û hemahengiyekî jî nîşan da.

Gotûbêja rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa ava kirina piştî şerê DAIŞê û hemahengiya zêdetir a navbera sektora taybet a her du aliyan bo pêşxistina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê û Iraqê jî aliyeke din ê hevdîtinê bû.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?