Nêçîrvan Barzanî ligel konsol û nûnerên welatan li Hewlêrê civiya

Îro roja çarşemê 16.09.2020an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna cîgirên serokê Herêma Kurdistanê ligel konsol û nûnerên welatên Ewropa li Herêma Kurdistanê civiya.

Îro roja çarşemê 16.09.2020an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna cîgirên serokê Herêma Kurdistanê ligel konsol û nûnerên welatên Ewropa li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de pirsa binpêkirinên Tirkiyê û derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê û guftoyên di navberê herdu aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ligel konsol û nûnerên welatên ewropa di demekê de ye ku beriya bi du mehan Tirkiye bi bahaneya hebûna hêzên PKKê li nava sînorên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke serbazî kiribû li firokeyên şer ê Tirkiyê çend navçeyên Herêma Kurdistanê bordûman kiribûn û di encama wan bordûmanan de zirareke mezin gihabû bax rez û gundên xelkê herêmê.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?