Neçîrvan Barzanî li Parîsê bû

Duh Serokomarê Fransayê Emmanuel MACRON, Neçîrvan Barzanî vexwend.

Duh Serokomarê Firansayê Emmanuel MACRON,Neçîrvan Barzanî û heyetekê vexwend.
Duh ( 11.07.2019 ) li ser vexwendina Serokomarê Firansayê Emmanuel MACRON, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi weftekî ku ji Felah Mistefa, Kerîm Sincarî, Sefîn Dizayê pêkhatî bi seredana fermî li Parîs a paytexta Firansa bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û wefta wî ya li Fransayê, Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê, şeva 11yê Tîrmehê li Parîsê resepsîyonek li dar xist. Li gel gelek mêvanê xwedî nav û payebilin, Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK bi weftekî ku ji Endamê Komîteya Birevebir a Meclîsa Ewrûpayê ya PAKê û berpirsê Fransayê Îhsan Aydin û endamê Meclîsa PAKê ya Ewrûpayê û endamê Komîteya Fransayê Faysal Taşkiran jî di resepsîyonê de bûn. Heyeta PAKê ji bo seroktayîya Rêdar N. Barzanî pîrozbahîyê lê û li Mesrûr Barzanî kir. Û herwiha serkeftina wan xwestin.

Di resepsîyonê de Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi ûslûbekî dostane û axaftinên xwe yê xweş yek bi  yek seredana amadebûyên resepsîyonê kir.

Herwiha S. H. Kurdistanê N. Barzanî li ser peywendîyên di navbeyna Firansa û Herêma Kurdistanê de axifî û got: Peywendîyên me ji mêjve ye. Di biryara herêma azad de jî hewlên Fransa yê  gelek dostane bû. Wek hûn dibînin, şahidin jî, aniha jî peywendîyên me gelek germ û dostane ne.

B. N. Barzanî, di berdewamîya axaftina xwe de behsa pêkhatina hikûmeta 9an jî kir û diyar kir ku; Pêkhatina hikûmeta herêma Kurdistanê bi nirxekî mezin pesinkir û bi hêvî bû ku dê ev hikûmet karê giring pêk bîne.

Dîsa S. H. Kurdistanê Rêzdar N. Barzanî li ser peywendîyê nû yê bi Bexda re kir û got: Peywendîyên me bi serokayetî nû yê Bexda Adil Abdul-Mahdi re başe. Û emê bikarin di vê demê  de hinekî pirsgirêka çareser bikin.

Resepsîyon bi atmosferekî xweş heta derengê şevê domîya û  bi sipasîya berpirsê Herêma Kurdistanê qedîya.

RN/Fransa
 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)