Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne alîkar bin bo piştrastbûna ji seqamgiriya Iraqê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku ew amade ne alîkar bin ji bo piştrastbûna ji seqamgiriya Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û nîgeraniya xwe li hember êriş û metersiyên vê dawiyê bo ser şandîn dîplomatîk û binkeyên Hevpeymaniya Navdewletî derbirî û got, ew amade ne alîkariya Iraqê bikin di dabînkirina asayiş û seqamgiriyê de.

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku ew piştevaniya hewlên serkirdeyên Iraqê dikin ji bo rêgirîkirina li wan êrişan û amade ne hevkar bin ji bo dilniyabûna ji asayiş û seqamgiriya Iraqê.

twitta Nêçîrvan Barzanî wiha ye;

“Em bi nîgeraniyeke zêde çavdêriya êriş û metirsiyên li dijî erkên dîplomasî û binkeyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku Iraqiyan ji terorê diparêzin. Em piştevaniyê li hewlên serkirdeyên Iraqî dikin ji bo rêgirîkirina li êrişên zêdetir û amade ne alîkar bin bo piştrastbûna ji asayiş û seqamgiriya li welat.”

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan