Nêçîrvan Barzanî: Divê em bi hev re hemû pirsgirêkan çareser bikin

.

Serokê Herêma Kurdistanê ku li Bexdayê bi berpirsên hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê re du roj in hevdînan pêk tîne, ragihand ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ne tenê budçe ye, pêwîste hemû pirsgirêk werin çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî piştî hejmarek hevdîtinan bi aliyên iraqî re, serdana baregeha PDKê ya çend meh berê li Bexdayê rastî êrîşê hatibû kir û li wir daxuyanî da.

Barzanî bal kişand ser ku serdana wî ya Bexdayê û civîna ligel rayedarên iraqî gaveke girîng e û divê berdewam be ku wan piştî pesendkirina budçeyê ev serdana bo spasdariyê pêwîst dîtiye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir,  “Tenê pirsgirêka Herêma Kurdistanê bi Iraqê re ne budçe ye. Madeya 140, Kerkûk, Şingal û pirsgirêkên li deverên din hene. Pêwîste em ji bo van hemû pirsgirêkan navbera Hewlêr û Bexdayê çareseriyekê bibînin.”

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?