Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê kilîla aramiya Iraqê ye

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert civiyan û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî got: “Çareserkirina yekcarî û giştgîr a kêşeyên Hewlêr-Bexdayê kilîla aramiya Iraq û pêkvejiyanê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 21ê Kanûna 2020an li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu aliyan di civînê de tekez li wê yekê kir ku peywendiyeke baş a di berjewendiyya tevahiya Iraqê de  di navbera Hewlêr û Bexdayê heye, herwiha piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo guftûgoya di navbera herdu aliyan hat diyarkirin û hêvî xwestin kêşeyên wan çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî rola Neteweyên Yekbûyî li Iraqê bi girîngî nirxand û hêvî xwest li handana ji bo serkeftina danûstandinên Hewlêr û Bexdayê  berdewam be û li çareserkirina kêşeyên di navbera wan da hevkar be.

Barzanî herwiha tekez li wê yekê kir ku çareserkirina yekcarî û giştgîr ya kêşeyên Hewlêr-Bexda, kilîla aramiya Iraq û pêkvejiyanê ye û bi berçavgirtina rewşa dijwar a welat û gefên li ber de, divê desthilat û aliyên Iraqî bi berpirsane muamele nêzîkî rewş bibin û pirsgirêkan li ser bingeha destûr çareser bikin û rêkeftinan jî bi cih bikin.

Rewşa siyasî, emnî, tendirûstî û aboriya Iraqê, rûbirûbûna terorê û erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke din mijarên din ên civînê bûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin