Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pirsgirêka Îranê bi rêyên leşkerî çareser nabe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê nabe beşeke şerekî li herêmê û got, "Em hêvîdar in hêzên Îtalyayê ji bo rahênana leşkerên me vegerin."
Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Corriere della Sera ya Îtalyayê re de qala aloziyên herêmê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û serdana xwe ya çaverêkirî ya ji bo Vatîkanê kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de got:
"Ti çareseriyên leşkerî ji bo krîza Îranê nînin û divê hemû hewl ji bo çespandina agirbestê werin dayîn."
Barzanî her wiha destnîşan kir ku cudahiya hişmendiyê di navbera Amerîka û Îranê de heye û anî ziman, Îranî "li ser xwe û hûr in" lê Amerîkî "çareseriya bilez dixwazin."
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ew rê nadin axa Herêma Kurdistanê li dijî cîranan were bikaranîn û wiha axivî:
"Kesî ji me Kurdan nexwestiye ku em destwerdana leşkerî li Îranê bikin.
Em naxwazin bibin beşeke vî şerî. Amerîkiyan ji me re ti carî qala guhertina rejîma li Tehranê nekiriye.
Wan zêdetir tekezî li ser rawestandina bernameya atomî û bernameyên mûşekî yên Îranê dikir."
"Guhertina rejîmê bi asmanî ne mimkun e"
Nêçîrvan Barzanî di wê baweriyê de ye ku guhertina rejîma Îranê bi bombebarana asmanî "ne mimkun" e.
Wî diyar kir ku pergala Îranê "tevlîheviyeke bêhempa ya dîn û neteweperweriyê ye" û şer ew kirine yek, rejîmê jî karîbû xwe rizgar bike.
Nêçîrvan Barzanî derbarê hêza mixalefeta Îranê jî amaje bi wê yekê kir ku ji sedî 25-30ê niştecihan hîn jî piştgiriya rejîmê dikin û da zanîn ku mixalefet jî li navxwe ne xwedî serkirde û rêxistineke siyasî ya pêwîst e.
Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û êrişên mîlîsan
Di dema şerê 40 rojî yê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî gelek êrişên bi dron û mûşekan bû.
Beşeke zêde ya van êrişan ji aliyê komên çekdar ên Îraqî ve dihatin kirin.
Nêçîrvan Barzanî nerazîbûna xwe ya li hemberî hikûmeta Îraqê anî ziman û got:
"Em ji hewlên Bexdayê ne razî ne.
Wan ji bo rêgirtina li ber êrişên mîlîsan karên pêwîst nekirine.
Ji destpêka şer ve zêdetirî 600 carî êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Heger Îraq mîlîsan kontrol neke, aramî lê pêk nayê."
Hinartina petrolê û rola Kurdistanê
Di dema girtina Tengava Hurmizê de, Herêma Kurdistanê amadehiya xwe nîşan dabû ku petrola Îraqê bi boriyên wê bigihêje Bendera Ceyhanê.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn:
"Niha rojane zêdetirî 200 hezar bermîl petrol di boriyê re diçe.
Em dikarin hinartina petrolê ji 300 hezar bermîlî derxin 700 hezar bermîlan."
Serdana Vatîkanê û pêwendiyên bi Îtalyayê re
Nêçîrvan Barzanî biryar e 18-20ê Gulanê li Vatîkanê ji aliyê Papa ve were qebûlkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê serdanê got:
"Pêwendiyeke me ya dîrokî li gel Vatîkanê heye.
Kurdistan her tim bûye stargeheke aram ji bo Xiristiyanan û pêkhateyan.
Ez bi dîtina Papayê nû dilxweş im."
Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de spasiya hêzên Îtalyayê kir ku herêmê û Bendava Mûsilê ji destê DAIŞê parastin.
Wî daxwaz kir ku piştî vekişîna wan, careke din ji bo rahênana Hêzên Pêşmergeyan vegerin Kurdistanê.
Barzanî her wiha anî ziman ku ew dixwazin pêwendiyên bi Îtalyayê re, ji warê leşkerî ber bi warê aborî û pîşesaziyê ve bi pêş bixin.