Nebî Hûrî ya 2500 salî tê talankirin

.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, di raporeke amadekirî de ragihand ku gundê Nebî Hûrî yê Efrînê yê dîroka wî heta beriya zayînê 2 hezar û 500 salan diçe û di bin parastina UNESCO’yê de ye, ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve bi makîneyên kar hat hilweşandin û berhemên dîrokî yên li gund hatin dîzîn. 

Di raporê de hat destnîşankirin ku di dema hilweşandinê de gelek berhemên dîrokî hatine texrîbkirin û pêkanînên Tirkiyeyê yên li herêmê li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ye. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku sûcên ku Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê dikin ji sedî 25’ê wan hatine belgekirin.

Di dawiya raporê de hat ragihandin ku hilweşandina dîrokê didome û banga darizandinê hat kirin. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?