Navenda Kurdistanê 11 pirtûkan belav dike

Navenda Dokumênt û Lêkolînên Akademîk a Kurdistanê 11 pirtûkan bi zimanê Kurdî, Erebî û Farisî belav dike ku piranîya wan ji lêkolînên zanistî û belgenameyê di arşîvan de pêk tê û peywendîdar in bi dîroka sîyasî, ayinî û rojnamevanî ya gelê Kurd.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya Navenda Dokumênt û Lêkolînên Akademîk a Kurdistanê ya li ser medya civakî, ew pirtûk bi piştevanîya Zanîngeha Silêmanîyê hatine amadekirin û çapkirina wan di qonaxa dawîn de ye û tê gotin, “Dê bên pêşkêşkirin bo xwînerên Kurd derbarê çand, dîrok û belgenameyên peywendîdar bi Kurdan.”

Navê pirtûkên ku hatine belavkirin û nivîskarên wan wiha ne: Rewşa Civakî ya Bajarê Kerkûkê (1922- 1975) ji alîyê Dilşad Mehmûd Ebdulrehman ve hatîye nivîsandin. Hewlêrê Li Serdema Osmanîyan ji alîyê Aştî Rehman Bekir ve hatîye nivîsandin. Bîranîn û Dadperwerî (16/3 ji bîranên Helebçeyîyan) ji alîyê   Hewraman Ferîq Kerîm ve hatîye nivîsandin.  Xaneqîn Di Belgenameyên Îranê De ji alîyê  Karwan Osman Xeyat ve hatîye amadekirin û ji alîyê Cotyar Nerîman ve hatîye wergerandin.

Rojnameya Baserre ji alîyê Hogir Star Qemerî û Bextîyar Şerîf Qurbanî ve lêkolîn û amadekirina wê hatîye pêkanîn. Rol û Pêgeha Hacî Babeşêxî Seyadet Di Rûdanên Civakî û Sîyasî li Kurdistanê ji alîyê Seyid Ebdulrehman Seyadet ve hatîye nivîsandin. Bîblografîya Nameyên Mela Ebdulkerîmê Muderrîs ji alîyê Ednan Ebdulqedir Hewramî ve hatîye amadekirin. Cotkarî û Xurek Li Herêmên Çîyayî Di Sedsala (çarem a koçî/ dehem a zayînî) De ji alîyê Soran Beha Ehmed ve hatîye nivîsandin.

Pirtûka ‘Zanayên Navdarên Kurd û Pirtûkên Wan ên Giring Di Sedsalên 6 û 7 û 8 ên Koçî de’ ji alîyê Salih Emîr Ezîz ve bi zimanê Erebî, herwiha pirtûka ‘Ol û Mezheb û Bîr û Bawerî li Kurdistanê di Serdema Naverast a Îslamê de’ ji alîyê Yasîn Teha Mihemed ve bi zimanê Erebî hatîye nivîsandin.

Herwiha ‘Sîyaseta Îranê Derbarê Kurdan De’ jî ji alîyê Herdî Mehdî Mîke ve bi zimanê Farsî hatîye amadekirin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in