NAMZETÊN SERBIXWE YÊN AMEDÊ ÇÛN SERDANA HUDA-PAR Û HAK-PARÊ

Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro bi çerçoweya xebatên hilbijartinê serdana HUDA-PAR û HAK-PARê kir.

Îro  Namzetên Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, ê Rezanê Hîdyayet Fîdan, ê Peyasê Zekî Ekîncî û yê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner, çûn serdana HUDA-PARê.

Di serdanê de Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, behsa armanc û girîngîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û got rêya me wê rêya pirrengîyê veke û em beyî ku projeyên xwe pêşkêşî hinekan bikin, xizmetguzarîyê bikin.

Serokê Teşkîlata Amedê ya HUDA-PARê Osman Aktaş jî anî zimên ku ew weke partî jî weke mirovên bawermend jî ti carî nasnameya xwe ya kurdî înkar nekiriye û ji ber ku ew bixwe nakevin hilbijartinan, ew hilbijêr in û daxwaza piştgirîyê jî di nav partîya xwe de dê binirxînin.

Piştî HUDA-PARê namzetên serbixwe çûn serdana HAK-PARê jî.

Endamê Konseya Birêvebirinê ya HAK-PARê Sertaç Çinar ji namzetên serbixwe re eşkere kir ku ev alternatîfa ku we ava kiriyî, ne rêya sêyem, rêya duyem e û bi hêvîya ku dengekî baş bistîne û wisa pê de çû: "Em piştgiîyê didn alternatîfan. Encama ku hûn ê bidest bixin bo me girîng e û serkeftinê ji we re dixwazim."

Seroka Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Berrîn Eren jî serkeftinê ji namzetên serbixwe re xwest.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!