NAMZETÊ SERBIXWE YÊ BATMANÊ FEYYAZ EKMEN SERDANA ODEYA ESNAF Û ZINAETKARAN KIR

Îro 7ê AdarêNamzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmen, digel şandeyek ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat, çû serdana Yekîtîya Odeya Dikandar û Zinaetkaran.

Serokê Yekîtîya Odeyên Dikandar û Zinaetkaran a Batmanê Salîh Kaplan bi kêfxweşî pêşwazî li M. Feyyaz Ekmen û şanda pê re kir. Di şandeyê de Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Azîz Özdemîr jî amade bû.

Di hevdîtinê de Namzetê Serbixwe Feyyaz Ekmen behsa hişmendîya şarezayîya xwe kir û tekezî li ser girîngîya beşdarbûna civaka sivîl bo birêvebirina şaredarîyan kir û got: 'Ez di projeyên xwe de bi xeyalên pûç bangeşeyan nakim ku li şûna ku hezar tiştî bibêjî û yek bikî. Em ê di şaredarîya xwe de tevî xelkê xwe, tevî sazî û dezgehan, zanîngeh û pisporan bi hev re birêve bibin û divê civak pirsgirêkên xwe , ew bixwe çareser bike.

Serokê Odeyê Salîh Kaplan jî pêşî serkeftin ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat re xwest û got digel ku karekî zehmet e, pengaveka girîng e da ku wê alternatîfek ji sîyaseta kurdî re ava bike.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?