Nagihan Alçi: Bila Çavûşoglu telefonê Nêçîrvan Barzanî bike!

Rojnamevaneka tirk, Nagehan Alçi daxwaz ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu kir li ser rûdana bajarê Trabzonê telefona Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.

Rojnamevaneka tirk, Nagehan Alçi daxwaz ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu kir li ser rûdana bajarê Trabzonê telefona Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.


Roja 18 vê mehê, li bajarê Trabzon yê Tirkiyê komek tûrîstên Başûrê Kurdistanê, bi behaneya “Kurdistan”ê rastî êrişa komek kesên faşîst hatibûn, paşê hatibûn girtin û ji Tirkiyê hatibûn derxistin.


Rojnamevana tirk û nivîskara rojnameya Haber Turk, Nagihan Alçi, ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê bi taybet serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan e, di nivîsa xwe ya îro de behsa rûdana Trabzonê kiriye û nerazîbûna xwe li hember wê yekê nîşan daye.


Nagihan Alçi gotiye, wê rûdanê ne tenê dilê kurdên Kurdistana Iraqê êşand, dilê 20 milyon kurdên Tirkiyê jî êşand, ji ber wê jî divê rayedarên Tirkiyê vê birînê derman bikin.


Wê rojnamevana tirk bang li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu û Wezîrê Tûrîzma wî welatî kiriye telefona Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bikin û xemgîniya xwe nîşan bidin.


Nagihan Alçi li ser Kurdistanê jî gotiye, bila hemû faşîst bizanin ku Kurdistan jî heye û Herêma Kurdistana Iraqê jî cînarê me ye!
 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan