Mustafa Özçelik peyama sersaxiyê li ser wefata Ehmed Qasimoxlûyî de da

Nivîskar, lêkolîner û kedkarê ziman û çanda Kurdî û têkoşer û welatperwerê hêja Ehmed Qasimoxlû ji ber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser wefata Ehmed Qasimoxlûyê peyama sersaxiyê weşand.

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik peyama sersaxiyê li ser wefata Ehmed Qasimoxlûyê weşand. Peyama sersaxiya Mustafa Özçelik wiha ye.

“Sersaxî ji malbata rehmetî Ehmed Qasimoxlû re,

Nivîskar,  lêkolîner û kedkarê ziman û çanda Kurdî û bi taybetî jî yê zaravayê Kirmanckî(Zazakî), têkoşer û welatperwerê hêja Ehmed Qasimoxlû (Ehmedê Qasiman, Ehmedê Dirêhî) ji ber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bûhişt be.

Em sersaxîyê ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên rehmetî û ji gelê me re dixwazin, hevparê xema wan in.”
 

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?