Mustafa Özçelîk: Em rêzdar Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Nû pîroz dikin

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelîk bi daxuyanîyekê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdîstanê yê nû Mesrur Barzanî pîroz kir

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelîk bi daxuyanîyekê Serokwezîrê  Hikûmeta Herêma Kurdîstanê yê nû Mesrûr Barzanî pîroz kir

Daxuyaniya Serokê PAKê Mustafa Özçelîk wiha ye:


Em Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Nû Piroz Dikin


Roja 10.07.2019an Parlamentoya Kurdistanê, bi piranîyeke mezin ya dengan, Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê pesind kir.

Em Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û hemû wezîrên rêzdar yên hikûmeta nû piroz dikin, serkeftinê ji cenabê wan re dixwazin.


Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke hesas de dest bi wazîfeyê dike.


Lihevkirina PDK, YNK û Goranê, ku her sê partîyên mezinin û beşdarîya nûnerên Asuri-Keldanîyan û Tirkmenan ya di hîkûmeta nû de, nîşana îradeyeke xurt, netewî û niştimanî ye.


Damezrandina hikûmeta nû nîşana berdewamîya demokrasîyê ye, nîşana lêxwedî derketina destkeftinên li Başûrê Kurdistanê ye .


Di demokrasîyan de bi qasî hikûmetê, opozîsyon( mixalefet) jî xwedî watinî û roleke girîng e. Kontroleke baş û çêker ya partîyên opozîsyonê yên di Parlamentoya Kurdistanê de ya li ser Hikumeta Kurdistanê , dê zemîna pêk anîna watinîyên hikûmetê xurtir û mîsogertir bike.
.
Em bawer dikin ku, bi aheng û koordînasyona Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê, li gel Bexdayê dê pêvajoyeke nû destpêbibe.


Herweha em di wê bawerîyê de ne ku, ji bo bicîhanîna madeya 140î û ji bo bi cîh anîna hemû Qanûna Bingehîn a Federal a Iraqê, hemû alîyên Kurdistanî bi helwesteke yekgirtî dê tevbigerin.


Em bi hêvî û bawerin ku, hikûmeta nû ji bo çareser kirina pirsgirêkên aborî, îdarî, eskerî, civakî yen herema Kurdistanê; ji bo ava kirina dezgehên dewletbûnê, yek kirina hêza pêsmerge dê bernameyeke nû ku bikaribe bicîh bîne bide ber xwe. Û em bawer dikin ku ji bo pêk anîna edaleta civakî , ji bo baş kirina rewşa xelkê Kurdistanê gavên radìkal dê bêne avêtin.


Baş kirina rewşa xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî û piştgirîyeke taybet ya ji bo wan jî watînîyeke niştimanî û dîrokî ya li ser milê Hikûmeta Nû.


Em di wê bawerîyê de ne ku, li gel van tecrubeyên xwe yên heyî, Rêzdar Mesrûr Barzanî û hikûmeta nû di qada dîplomasîya navnetewî de dê xebateke nû ya profesyonel û xurt dest pê bikin. Divê ji bo zêdekirina dostên kurdan û ji bo kêm kirina dijmin û dijberên kurdan dîplomasîyeke berhemdar bê meşandin.


Em hêvî û bawer dikin ku Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê dê ji bo aşitî, yekrêzî û li hev xwedî derketina navxweyî û ji bo parastin û pêşdebirina destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê dê roleke dîrokî bilihîze.Herweha ji bo piştigrî, hevkarî û li hevdu xwedî derketina di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de jî dê roleke niştimanî bilihîze.


Yekgirtin, hevkarî, li hev xwedî derketina netewî û niştimanî bingehê esasî yê paşerojeke azad ya gelê me ye.


Em bi hestên xwe yên netewî û niştimanî piştgirîya Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî, Cîhgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Qubat Talabanî û hemû wezîrên rêzdar yên Hikûmeta Nû pîroz dikin, serkeftinê ji cenabê wan re dikwazin.
Li gel rêzên xwe.
10.07.2019


Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!