Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd kek Mehmet Vûral gelekî xemgînin

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji ber wefata welatperwerê Kurd û kedkarê doza azadiya Kurdistanê Mehmet Vûral peyameke sersaxiyê ya tije xemgînî belav kir.

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye: 

Em bi wefata welatperwerê kurd kek Mehmet Vûral gelekî xemgînin

Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, dost û hevalê me yê hêja kek Mehmet Vûral îro ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Kek Mehmet Vûral ji 50 salî zêdetir e ku di nav refên azadîya Kurdistanê û xebatên mafê mirovan, xebatên sîyasî, sivîl, demokratîk de wek kadroyekî pêşeng cîh girtibû.

Em bi wefata kek Mehmet Vûral gelekî xemgînin.

Em sersaxîyê ji malbat, heval û hezkirîyên kek Mehmet Vûral re dixwazin.

Serê me hemûyan, serê gelê me sax be.

27.02.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Siyaset Haberleri

Jared Kushner ji bo plana aştiyê ya Xezeyê diçe Îsraîl û Misirê
Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya
Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt
Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin
Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin