MSD: Çareseriya kêşeya Sûriyê li Şamê ye

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) amade ye ligel opozîsyon û hikûmeta Sûriyê danûstandinan bike.

 

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê Hîkmet Hebîb ji Kurdistan24ê re ragihand: “Berê jî armanca me danûstandina Sûrî-Sûrî bû, çi rejîma Sûriyê be, çi jî hêzên nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê bin, em ji bo danûstanên ligel hemû Sûriyan amade ne, ji bo dîtina çareyekê bo qeyrana Sûriyê.”

Hîkmet Hebîb eşkere kir: “Eger hevpeymaniya opozîsyonê ji ajendaya Tirkiyê dûr bikeve, ku beşeke axa Sûriyê dagîr kiriye, nêrîna xwe pêşkêş bikin, em amade ne ku ligel wan jî danûstandinê bikin.”

Hebîb destnîşan kir: “Em amade ne ligel Şamê jî danûstandinan bikin. Çareseriya kêşeya Sûriyê li Şamê ye. Tevî vê yekê, ev nayê wê wateyê ku MSD dest ji projeyên xwe berdide. Lê danûstandinên Sûrî-Sûrî çareseriya herî baş e ji bo qeyrana Sûriyê, bi taybetî ku danûstandinên Cinêv, Astana û Soçî têk çûn.”

Çavkanî: (K24)

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê