Mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê diyar bû!

Kurê mîrê wefatkirî yê êzîdiyan, Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.

Kurê mîrê wefatkirî yê êzîdiyan, Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.


Wekîlekî mîrê êzîdiyan bi navê Şêrzad Farûq Beg ji BasNewsê re got, mîr Hazim Tehsîn Beg li şûna mîr Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.


Şêrzad Farûq Beg her wiha got, mîr Hazim dê roja 27 vê mehê bi merasimekê bi fermî dest bi kar bike.


Wî wekîlê mîrê êzîdiyan da zanîn, ji bilî wî Herman Mîrza Beg û Kamîran Xeyrî Beg jî bûn wekîlên mîr.
Mîr Tehsîn Beg roja 28 Çileya îsal li Almanya wefat kiribû. Ji wê demê ve êzîdî bê mîr mabûn.
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?