Mîkaîl Aslan: Em xwedî li zimanê xwe derên

Hunermend Mîkaîl Aslan li Êlihê derket ser dikê strî û got: Divê her kes xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.

Navenda Nûçeyan- Şaredarîya Êlihê di çarçoveya şahîyên çand û hunerî de konsera hunermend Mîkaîl Aslan li dar xist. Konser li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredarîyê li dar ket.

 

Aslan di navsera stranan de axivî û got ku ew xwe rehet hîs nake, ji ber ku dema rehet hîs dike û diaxive dozger cih de banga îfadayînê dikin. Aslan dîyar kir ku zaravayê zimanê wî zikmakî kirmanckî ye, ew bi kurmancî jî dizane û banga xwedîlêderketina zimanê zikmakî kir.

 

Di dawîya konserê de Mîkaîl Aslan û hunermedê Navenda Çanda Biharê Şêrzat ligel hev duet kirin.

 

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji ber keda wî plaketek da hunermend Mîkaîl Aslan û spasîya wî kir. Demîr dîyar kir ku ew dixwazin li Êlihê orkestrayek senfonî ava bikin û di vî warî de ji hunermendên kurd piştevanîyê xwest. 

Çavkanî: MA

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?