Mihrîcana Dersimê dest pê dike

Endamê Komîteya Amadekar a Mihricanê diyar kir ku wê mihrîcanê diyarî Nupelda û Ayaz ên li Pilûrê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan bikin.

Amadekariya Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê ya Dersimê bi dawî bû. Mihrîcan sibê dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Mihricanê diyar kir ku wê mihrîcanê diyarî Nupelda û Ayaz ên li Pilûrê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan bikin. 
 
Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê ku 19 salin tê lidarxistin, wê sibê bi şîara “Li ziman, bawerî û çanda Dersîmê xwedî derkevin bijî û bidin jiyandin" dest pê bike. Mihrîcana çand û xwezayê wê 4 rojan berdewam bike. Amadekariyên mihricanê bi dawî bûn. Kamîteya Amadekar a Mihricanê ku ji bo mihrîcanê serî li Walîtiya Dersimê dan, heta niha walîtiyê tu bersîv nedaye komîteyê. Endamê komîteya amadekar diyar kir ku di hevditinê de bi awayekî fîîlî destûr naden, lê hêj bi awayekî fermî tu bersîv nedane. 
 
Mihrîcan wê sibê di 25'ê Tirmehê de saet di 12.30’an de li Qada Seyit Rıza bi daxuyanî û hişyarkirina çerağan dest pê bike. Welatiyên ji bo mihrîcanê hatin Dersimê jî wê li Dersimê bên bi cih kirin. Komîteyê anî ziman ku îsal mihrîcanê diyarî Nupelda (4) û Ayaz (8) Guloglu yên di 15'ê Tîrmehê de li Pilûrê di teqînekê de jiyana xwe ji dest dan dikin. 
 
 MA

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in