Meteorolojiya Tirkiyê ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û qeşayê da

.

Saziya keşûhewayê ya Tirkiyê, ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê û qeşayê da.

Di daxuyaniya Meteorolojiya Tirkiyê de hişyariya berfa zêde û qeşemgirtinê ji bo bajarên Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Dersîm, Îdir, Erzingan, Agirî, Erzerom û Qersê hat dayîn.

Meteorolojiyê diyar kir ku li gelek deveran germahî ketiye binê sifirê û bi şev germahiya herî kêm a hewayê li Muşê 10, li Colemêrgê û Wanê 9 û li Bedlîsê jî dibe 6 derece û hişyariya barîna berfê û qeşayê da hemwelatiyan daku tedbîrên xwe bistînin û baldar bin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?