Mesut Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê êzîdiyan kir

Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Beg kir.

Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Beg kir.
Serok Barzanî bi helkefta dest bi karbûna mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg peyamek belav kir û pîrozbahî li Mîr Hazim Beg kir.


Naveroka peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê êzîdiyan!
Silav û rêz,
Bi helkefta destnîşankirina we wek mîrê êzîdiyan, ez bi germî pîrozbahiyê li we û xûşk û birayên kurd yên êzîdî dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.


Kurdên êzîdî pêkhateyeka resen ya netewa kurd û gelê Kurdistanê ne û ez hêvîdar im hûn di erka xwe ya nû de bikarin bi baştirîn şêwaz xizmeta xûşk û birayên me yên êzîdî bikin, emê jî alîkar û piştevanên we bin.”

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?