Mesud Barzani: Zulm û neheqîyen beramber hemwelatiyên kurd nayê qebûlkirin

Serok Mesûd Barzanî îro derbarê zulm û neheqîyen beramber hemwelatiyên kurd li navçeyên Kurdistanî yên dervevî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Serok Barzanî dibêje ew wan kiryaran qebûl nakin.

Serok Mesûd Barzanî îro derbarê zulm û neheqîyen beramber hemwelatiyên kurd li navçeyên Kurdistanî yên dervevî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Serok Barzanî dibêje ew wan kiryaran qebûl nakin.

Îro pêncşemê 30.05. 2019an Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir. Di wê peyama xwe da Serok Barzanî dibêje sûtandina dexil û danên li navçeyên madeya 140 û kuştin, azardan û birîndarkirina hemwelatiyên kurd demeke bûye diyardeyek û her roj tê encam dan. Herwiha ew kiryar tawanên mezin û zulmeka aşkere ye beramber hemwelatiyên kurd.

Herwiha Serok Barzanî destnîşan jî kiriye ew kiryarên li herêmên Kurdistanî yên dervêyî îdareya Herêma Kurdistanê binpêkirinên yasa û destûrê û nirxên mirovahiyê ne û metirsî li ser jiyana xelkê herêmê çêdikin.  Herwiha ew ji ber nasnameya neteweyî ya xelkê herêmê dihêtekirin.

Serok Barzanî ragihandiye sepandina wê biryarê bi ser cotyaran û xelkê sivîl ê herêm da da bi ti awayî nayê qebûl kirin û pêwîste komelgeha nawdewletî û aliyen peywendîdar li ser wê rewşa aloz bibin xwedî helwêst û hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe hilbigre û dawî bi binpêkirinên yasayî yên li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê beramber hemwelatiyên kurd dihêne kirin bi dawî bike.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?