Mesrûr Barzanî xelata Rûmetê ya Berxwedana Serdemê pêşkêşî keçeke Kurd a Êzidî kir

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima derçûna beşeke nû ya xwendekarên zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê, xelata rûmetê ya berxwedanê pêşkêşî keçeke Kurd a Êzidî kir.

Mersûr Barzanî ragehand: “Ji bo min cihê şanaziyê ye ku ez naha xelata Rûmetê a berxwedanê pêşkêşî derçûya rêveberiya karsaziyê Şirîn Xêro Xudêda dikim.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwaha: “Serpêhatiya Şirîn çîrokek û wêrekiyeke kêm wêneye. Şirîn piştî zehmetî û berxwedan û çendîn sal dîlgirtina di dest DAIŞê de, bû sembola hêvî û berxwedana xizmên me yên Êzidî. Biryardariya Şirîn ji bo domandina xwendina xwe ji bo hemî kesên ku bi dijwarî û êşên mezin re rû bi rû ne cesaretek e.”
Herwaha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bi israre li ser pêbendbûna xwe ya bi piştevanîkirina hemû wan keç û jinên wêrek ên Êzidî taku dubare di nav civakê de cihê xwe bigrin. Bila çîroka şîrîn bibe peyamek bihêz ji bo me hemûyan, bi taybet malbat, ji bo handana keçên xwe ji bo xwendinê, ji ber ku deng û jêhatî û şiyanên wan giring e bo avakirina paşerojeke geş bo Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû II
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’
Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir
PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin