Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Iraqê civîyan!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Hikûmeta Iraqê çend pirsên girîng û girêdayî bi her du aliyan ve guftûgo dikin.

Şandeke Hikûmeta Bexdayê ku ji Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîr Fûad Husên,  Wezîrê Petrolê Samir Xezban, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Falih Feyaz û Rêvebirê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Ebû Cîhad El Haşimî pêk hatibû, şeva bûrî gihîştibû Hewlêrê.


Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, her yek ji Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenav di civînê de beşdar in.


Di civînê de guftûgo li ser pirsên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê tê kirin.


Serdana vê şandê piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê re tê, ku bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkeftibû ku çend komîte bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest bi guftûgoyan bikin.
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?