Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin guftûgokirin.

Tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Balyozê Brîtanyayê piştevaniya xwe ji bo rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê nîşan da, wek binemayekê ji bo arambûn û avedankirina deverê û vegera koçberan li ser cihên xwe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser berdewamiya proseya çaksaziyê ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi arasteya berfirehkirina jêderên dahatê û bihêzkirina jêrxaneya aborî.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?