Mesrûr Barzanî: Para Kurdistanê ya di budceyê de xelat nîne, mafê me ye

.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere dike ku pesendkirina yasaya deynkirinê li Parlementoya Iraqê bêyî liberçavgirtina daxwazên Kurdan, "pêşhateke metirsîdar e" û diyar dike: “Para Kurdistanê ya di budceya Hikûmeta Federalî de xelat nîne, mafê me ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev pêşhateya metirsîdar, divê demildest were rastkirin. Hê jî derfet heye ji bo sererastkirina vê zilma ku hatiye encamdan.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Para Kurdistanê ya di budceya Hikûmeta Federalî de xelat nîne, mafê me ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere dike: “Berê jî me gotiye; peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, divê li gor destûrê, li ser bingeha qebûlkirina maf û erkê her du aliyan bibe.”

Roja pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina deynan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.

Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlementoya Iraqê deng li ser vê yasayê da.

Gelek Şîe û Sunne di Parlementoya Iraqê de li dijî Kurdan bûn yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û dahatên din radestî Bexdayê bike, piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berevajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

(K24)

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan