Mesrûr Barzanî ligel Mike Pompeo axivî

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev roja sêşemê 22.12.2020an, ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam da.

Di peywendiya telefonî de guftugoya di navbera Herêm Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û bi taybetî pirsa bûdçeyê hat gotûbêjkirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşniyaz kir ku Amerîka û Neteweyên Yekgirtî bi şêweyekî kara û di asteka bala de, beşdar bin çaresekirina kêşeyan de û gehiştina bi rêkeftinê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmetî federal li ser binemaya destûrê.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya helwêstî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kir ku xwazyare Herêma Kurdistanê bi şêweyekî dadperwerane beşa xwe li budceyê fedral werbigire û bi berdewamiya piştevanî li Herêma Kurdistanê kiriye di karê xwe de.

Di peywendiyê de herwiha tekezî li giringiya pêşxistina zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin, bi taybetî di warê enerjiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge û herwiha alîkariyên teknîkî yên ajansa geşepêdana navdewletî ya Amerîkayê.

Di tewereke din a peywendiyê de, astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin, di çarçoveya vegera awareyan de bo cihên wan.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan