Mesrûr Barzanî: Hikêmeta herêma Kurdistanê hemû erk û pêbendiyên xwe hember Bexdayê pêkaniye

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Brîtanî kir ku ji Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa James Cleaverly û Wezîrê Hêzên çekdarî James Hepey û Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê Stîfan Heiki pêk dihat.

Di vê kombûnê de guftûgo derbarê pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanîya de hat kirin. Şandeya Brîtanî da xuyakirin, xelkê Brîtanyayê bi rêzdarî û bi hurmetî li rola qehremane ya Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de dinêrin. Amadehîya welatê xwe jî ji bo bihêzkirina hevhengî û pêwendiyên Brîtaniya bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de derbirî, bi taybetî di warê bazirganî û geşkirina weberhênana Brîtanî de li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma kurdistanê Ji bilî spasîya hilwesta dostane ya Brîtaniya kir, ronahî xiste ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pêbendiyên xwe bi cîh anîn da ku li ser bingehê destûrê bigihin rêkeftinekê. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Federal bi erkên xwe rabe û maf û destkeftên darayî yên Herêmê dabîn bike.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin