Mesrûr Barzanî: Em piştevaniya xwepêşandanên aram dikin

.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ku hikûmet piştevaniya xwepêşandanên aram dikin.

Îro 09.12.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna encûmena wezîran civîneke çapemeniyê lidarxist.

Di civîna çapemeniyê de Mesrûr Barzanî ragehand, hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hewldanekî dide bo rêkeftina li gel hikûmeta Iraqê.

Mesrûr Barzanî serxweşî li qurbaniyên bûyerên wê dawiyê û ew kesane kir ku ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bo du babetên giring civiya, ku bûyerên vê dawiyê yên herêma Kurdistanê û guftûguya navbera herêma Kurdistanê û Bexdaye.

Mesrûr Barzanî diyar kir, hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hewldanek bo dîtina çareseriyek guncaw bo pirsgirêkan û rast kirina vê rewşa xirab daye, ‘’Hemû hewldanekî jî emê bidin bo li gel hikûmeta Iraqê em bigehin rêkeftinekî li ser mafên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya xwe û ya hikûmetê bo azadiya ramanê û daxwaza mafên xwe kirinê ji aliyê hemwelatiyan ve nîşan da û got: ‘’Lê eger teida li mafê kesekê neyê kirin jî erkê hikûmetê ye seqamgiriya herêma Kurdistanê biparêze. Ew hemwelatiyên daxwaza mafên xwe dikin, pêwîste bizanin daxwaza maf li kî bikin, daxwaz li wan kesane dikin ku mafê herêma Kurdistanê binpê kirine, bila mafên destûrî bicîh bînin.’’

Barzanî got, di wan bûyeran de armancên din li pişt hene, ‘’Hin xelk hene ku xwe şimitandine nav xwepêşandanan û rêya xwepêşandanê guhertine û êrîşî fermangehên hikûmetê û binkeyên partiyan dikin.’’

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)