Mesrûr Barzanî bi cîgirê wezîrê derve yê Polanyayê re civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro danê sibê li Hewlêrê ligel şandeke Polonî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Polonya, Maciej Lang hevdîtin pêk anî. Barzanî di civînê de got, li Herêma Kurdistanê şert û firsendek baş heye bo bazirgan û karsazên biyanî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro danê sibê li Hewlêrê ligel şandeke Polanda bi serokatiya cîgirê Wezîrê Derve yê Polanda, Maciej Lang hevdîtin pêk anî. Barzanî di civînê de ji şanda Polandî re got, li Herêma Kurdistanê şert û firsendek baş heye bo bazirgan û karsazên biyanî, dê hêsankariyên pêwîst jî bên kirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de li ser naveroka wê hevdîtinê hat gotin ku cîgirê Wezîrê Derve yê Polanda kêfxweşiya xwe bo aramî û ewlehiya Kurdistanê nîşan daye û gotiye, ev aramî firsendek baş bo bazirgan û karsazên Polandî da ku li Kurdistanê kar bikin û daye zanîn, di demek nêzîk de şandeke bazirganî ya Polanda dê serdana Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ragihandin ku wî rayedarê hikûmeta Polanda spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ji ber hewandina bi sedan hezar koçber û penaber, zêdebarî wê kirîza darayî ya ku bi ser Kurdistanê de hatibû.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya şanda mêvan kir û got, li Herêma Kurdistanê şert û firsendek baş heye bo bazirgan û karsazên biyanî, dê hêsankariyên pêwîst jî bên kirin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê