Mela Bextiyar: Min 3 sal berê bûyera Silêmaniyê pêşbînî kiribû

.

Mela Bextiyar dibêje, bûyera li Otel Lalezarê ya  Silêmaniyê, "hawirdekirî" bû ji aliyê wan kesên ku li Silêmaniyê dijîn û Silêmaniyê nas nakin û got, "Bi ti awayî ez ne beşek ji van bûyeran bûm û ez gelekî dûr bûm."

Mela Bextiyar, kesayetiyê siyasî yê diyar û endamê berê yê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di vê hevpeyvîna ku rojnameger Mead Feyaz pê re kiriye de, behsa bûyerên Silêmaniyê û sedem û encamên wan kir û got, "Min berê pêşbîniya rûdana bûyera Silêmaniyê kiribû."

Li gorî nêrîna Mela Bextiyar sedema bûyera Silêmaniyê "siyasî, aborî, civakî, leşkerî, derûnî, ewlehî û herêmî ye."

Berbanga înê (22yê Tebaxa 2025an) hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê, bi ser Otel Lalezarê de girt ku cihê mana Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî bû.

Pevçûnan sê saetan ajot û wan otel kontrol kir û Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad desteser kirin.

Rûdaw: Te pêşbînî dikir ku ev bûyer rû bide?

Mela Bextiyar: Belê.

Rûdaw: Te çi tedbîr wergirtin?

Mela Bextiyar: Belê, min pêşbînî dikir lê ez naxwazim bikevim nav hûrgiliyan. Sê sal beriya niha min di forumekê de pêşbîniya vê bûyerê kiribû ku qewimî.

Rûdaw: Te hişyarî neda wan?

Mela Bextiyar: Min di forumeke eşkere de ev hişyarî dabû.

Rûdaw: Baş e, çima tedbîr wernegirtin?

Mela Bextiyar: Zîhniyeta tolhildanê serdest e. Mam Celal pirsgirêkên herî mezin ên aliyên siyasî çareser dikirin. Bi awayekî gelekî ecêb hemû çareser dikirin. Mam Celal dîrok derbas dikir, ev cudahî bû.

Rûdaw: Zîhniyeta tolhildanê di nav partî û eşîran de jî heye?

Mela Bextiyar: Di nav malbatê de, ne eşîrê.

Rûdaw: Rast e, di nav malbatê de.

Mela Bextiyar: Ez naxwazim bikevim nav naveroka bûyeran. Ez vê pirsê ji bo forumeke din paş dixim. Bila hûrgiliyên zêdetir ên bûyeran eşkere bibin û bûyer bi hûrgilî bên pêşkêşkirin, wê demê lê bi ti awayî ez ne beşek ji van bûyeran bûm.

Ez gelekî dûr bûm û min bi berdewamî şîret li wan dikirin da ku ji tevgerên bi vî rengî dûr bikevin. Mixabin tevî vê yekê jî ez dîsa naxwazim bikevim nav hûrgiliyên bûyerê.

Rûdaw: Ev di demekê de ye ku tu ji aliyê malbatî û siyasî ve jî nêzîk î?

Mela Bextiyar: Ez dûr bim an nêzîk, pirsgirêka min nîne. Rast e ez nêzîk im lê min helwest, nêrîn û biryarên xwe jî veneşartine, ez her tim di pêşkêşkirina nêrîn û baweriyên xwe yên îdeolojîk, siyasî û civakî de eşkere bûme. Ez gelekî eşkere me, ji ber vê yekê ji kerema xwe bila em vê mijarê paş bixin.

Rûdaw: Lê di destpêka bûyerê de navê Mela Bextiyar hat gotin.

Mela Bextiyar: Ti bûyera li Silêmaniyê û li Kurdistanê ku pêwendiya wê bi dîrok û Yekîtiya Niştimanî re hebe çênebûye ku navê min neanîbin ziman.

Rûdaw: Baş e çima? Ev ji hezkirinê ye yan mijar bi bawerî û tolhildanê ve girêdayî ye?

Mela Bextiyar: Hemû ne, hemû ne. Ev qevdek e, qevdeke têkel e ji hezkirinê û hemû tiştên ku te behs kir.

Rûdaw: Berê hewla kuştina te ji aliyê kesên herî nêzîk ve hatiye dayîn?

Mela Bextiyar: Gelek caran hewla kuştina min hatiye dayîn.

Rûdaw: Cara dawî ji kesekî herî nêzîk bû.

Mela Bextiyar: Cara dawî, belê, belê wisa ye.

Rûdaw: Baş e, bila em bi hûrgilî nekevin nav bûyeran lê xelk dilgiran e, ji Silêmaniyê bigire heta Hewlêrê û heta Bexdayê jî. Li Besrayê hevalên min dipirsin çi qewimiye? Li derveyî Îraqê dipirsin li Silêmaniyê çi qewimiye? Ev bajarê ku wekî paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê tê naskirin. Ew bajarê ku gelekî aram, xweş û ciwan e û xelkê wê gelekî baş in lê bûyereke mezin tê de qewimî.

Mela Bextiyar: Ev bûyer, hatiye hawirdekirin, ji bo Silêmaniyê hatiye hawirdekirin.

Rûdaw: Ji derve an ji hundir hatiye hawirdekirin?

Mela Bextiyar: Ji aliyê wan kesên ku li Silêmaniyê dijîn û Silêmaniyê nas nakin ve hatiye hawirdekirin. Her wiha ew pirsgirêk in ku wan dikarîbû gelekî bi hêsanî çareser bikira. Di encamê de bûyer bi vî rengî kom bû.

Rûdaw: Sedem siyasî bû an civakî?

Mela Bextiyar: Hemû ne, siyasî ye, aborî ye, civakî ye, leşkerî ye, derûnî ye, ewlehî ye, herêmî ye û hemû ne.

Rûdaw: Gelo ji bo bidestxistina desthilatê bû?

Mela Bextiyar: Bê guman. Di dîrokê de tiştek heye, komeke ku hêza wê ya çekdarî hebe, dê çavê wê li desthilatê nebe? Li cîhanê ti mînaka wiha heye?

Rûdaw: Hêza çekdar ji bo parastina gel û sîstemê tê bikaranîn.

Mela Bextiyar: Eger sîstem û destûr hebe, eger artêşeke yekgirtî hebe, eger hişmendiyeke mezin a demokratîk a niştimanî û neteweyî hebe, belê. Bi rêjeyeke mezin hest û hişmendiya niştimanî û neteweyî nemaye û ji dest çûye.

Rûdaw: Daxwaza veqetandina Silêmaniyê hebû.

Mela Bextiyar: Daxwaz?

Rûdaw: Veqetandina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve, baş e çawa Herêma Kurdistanê dê bi hêz û yekgirtî bimîne û we 100 salan xwîna xwe rijand û we şer kir ji bo serxwebûn û hebûna statuyekê. Ew xewn niha berdest e û pêk hatiye lê xelk dilgiran e, hem Ereb û hem jî Kurd di serî de.

Mela Bextiyar: Birêz Feyaz, min bi fermî ti biryara wiha nebihîstiye ku di nav Yekîtiyê de biryareke wiha hatibe dayîn, ku ji Herêma Kurdistanê veqetin û rasterast biçin ser Bexdayê. Min bi fermî tiştekî wiha nebihîstiye lê propagandeyên bi vî rengî hene.

Rûdaw: Ji aliyê serkirdeyan an xelkê ve?

Mela Bextiyar: Na, ji aliyê xelk û medya û medyaya civakî ve.

Rûdaw: Rewşa medyayê li Silêmaniyê baş e?

Mela Bextiyar: Na.

Rûdaw: Azadiya raderbirînê?

Mela Bextiyar: Eger mebesta te ew azadiya li Ewropayê ye, li ti cihê Kurdistanê nîne.

Rûdaw: Ez naxwazim Ewropa û Îraqê bidim ber hev lê...

Mela Bextiyar: Na, ne li tevahiya Kurdistanê heye û ne jî li Îraq û herêmê heye.

Rûdaw: Dema tu ji Silêmaniyê derketî, rewşa bajêr çawa bû?

Mela Bextiyar: Dîmenên êşdar hene.

Rûdaw: Bandor li ser xelkê kiriye?

Mela Bextiyar: Gelekî, gelekî.

Rûdaw: Sedema serdana te ya ji bo Hewlêrê siyasî ye yan ji bo bêhnvedanê ye, çi ye?

Mela Bextiyar: Forumek heye derbarê Kurdistana Tirkiyeyê û rewşa Tirkiyeyê û destpêşxeriya Birêz Ocalan. Ez dê jî beşdar bibim.

Rûdaw: Tu dê hewl bidî ku rewşa li wir baş bikî?

Mela Bextiyar: Ez dê texsîr nekim, li gorî min derfeteke baş heye ji bo başkirina rewşê.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Şam êrîşên Îsraîlî şermezar dike û bang li NY dike ku destêwerdanê bike
Zanîngeha Silêmaniyê pereke erdên xwe dide mamosta û fermanberên xwe
Peykerê Kawa wê li Akrê were danîn
Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Sûriyê dike!
Li New Yorkê konferansa Kampa Holê ya malbatên DAIŞê tê lidarxistin