Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

Hevjîna Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar di salavgera kuştina hevjînê xwe de li ser gora wî axivî û got: “Bila ev jî şerma dewletê be ku heta niha qatilên parlamenterê xwe dernexistiye holê.” 

Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin, ji aliyê malbat û siyasetmedarên kurd ve li ser gora xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat bibîranîn. 

Di bîranînê de hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku bi ser qetilkirina hevjînê wê re 27 sal derbas bûn û got: “Nedîtina kujeran şerma mezin a dewletê ye.  Bila ev jî şerma dewletê be ku heta niha qatilên parlamenterê xwe dernexistiye holê. Endamek Hîzbûllahê girtin û gotin qatil e lê ew jî berdan. Çi dikin bila bikin dîtina van qatilan deynê stûyê me ye. Em ji nirxên xwe re deyndar in. Heta ku emrê me têr bike. Emrê me têr neke jî wê zarok û neviyên me hesabê vê yekê bipirsin û wê dest ji dozê bernedin. Bila dengê me here her kesî.” 

Sîncar da zanîn ku dixwazin dozê bi dembihûrînê re hevrû bihêlin û got: “Em ê dest ji doza xwe bernedin. Ev ala şeref û namûsê ye. Em ê vê alê her hildin. Em vê bangê li her kesî dikin. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan birêve bibin. Em serbilin din. Ne em wê dewlet şerm bike. Em ê layîqî nirxên xwe bin. Soza me soz e.” 

Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Alî Yîgît ê ku wê serdemê bi Sîncar re parlamenter bû jî da zanîn ku tu demê siberoja siyaseta şer nîne û tişta herî rast ew e ku çareserî ji pirsgirêka kurd re were dîtin. 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê